• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî û balyozê Îranê civiyan

Serok Barzanî û balyozê Îranê civiyan

Behsa rewşa giştî ya Îraqê hatiye kirin.

Îro pêncşem Serok Barzanî li Bexdayê pêşwaziya balyozê Îranê Mihemed Kazim Alsadiq kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraqê û deverê de hate kirin û Serok Barzanî armancên serdana xwe bo Bexdayê şîrove kir.

Her di heman civînê de balyozê Îranê yê li Îraqê jî ragihand ku, Îran girîngî dide serdana Serok Barzanî yabo Bexdayê û piştîvaniya vê serdanê dike û hêvî xwest armancên erînî ji vê serdanê werin bidestxistin ku, rêkeftinên îmze kirin di navbera aliyên Îraqê de werin cîhbicîhkirin.

 

Top