• Thursday, 12 February 2026
logo

Demîryaş: Kurd xulamê ti kesan nîne

Gulan Media October 31, 2019 Nûçe
Demîryaş: Kurd xulamê ti kesan nîne
Hevserokê HDPyê Selahedîn Demîrtaş bi awayeke nerasterast rexne li CHPyê digre û radigihîne: Divê aliyên piştgiriya şerê rojavayê Kurdistanê kirine daxwazîya lêburînê ji xelkî bikin.

Demirtaş ji Rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axifî û di derbarê givaşên dijî HDPyê û piştgiriya CHPyê bo operasyona dagirkirina rojavaya Kurdistanê de diyar kir, ku ew evan rojan ji bîr nakin. Kurd xulamê ti kesan nîne û divê opozîsyona Tirkiyayê, ji ber piştgiriya xwe ya şerê dijî rojavayê Kurdistanê lêborîn ji xelkî bixwaze. Dema roja wê hat kurd, kesên kû şer û mirinê ji wan re rewa kirine, ji bîr nakin.

Di hilbijartina borî de HDP piştgiriya CHPyê kiribû lê CHP jî piştgiriya operasyona dagikirina rojhilata Firatê kiribû.
Top