Fraksiyona PDKê endamtiya xwe di Encûmena Parêzgeha Nînowa de rawestand
Êvara îro sêşemê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdista(PDK) li encûmena parêzgeha Nînowayê ragehand ku ji ber hewlên neyasayî û binpêkirina yasa û destûrê a ji aliyê Encûmena Parêzgeha Nînowayê ve, endamtiya xwe di wê encûmenê de rawestandine.
Serokê Fraksiyona PDKê li encûmena parêzgeha Nînowayê endazyar Ehmed Şêx Kenan Kîkî di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragehand ku tevahiya endamên Fraksiyona PDKê endamtiya xwe di encûmena parêzgeha Nînowayê de rawestandine ango baykot kirine.
Kîkî di derbarê sedema wê de jî got ku, encûmena parêzgeha Nînowa di rûniştina îro de rêkarên yasayî ve pêbend nebûye û yasa binpê kiriye, bi taybetî di derbarê navçeyên medeya 140 de ku taybetmendiyên wan yên yasayî û destûrî heye.
Cihê gotinê ye ku berê Fraksiyona PDKê di derbarê baykota rûniştina îro a encûmenê de belav kiriye ku bernameya karî a rûniştinê yasayî nebûye û berovajî naveroka nameya Sekreteriya Encumena Wezîran a Iraqa Federal bûye ku daxwaz kiriye ti guhertinek di rêveber û kargêriyên parêzgehan de neyên kirin. Eve jî di demekî deye ku îro encûmena parêzgeha Nînowa bêy amadebûna endamên Fraksiyona PDKê, Seydo Xeyrî bo qaymeqamtiya qeza Şingalê, Xelîl Habeş bo qaymeqamtiya Telefre, Reed Nasir bo qaymeqaamtiya Tilkêf û Elî Salih Mazî bo qaymeqamtiya Hezer, Elî Mihemed Cideyeh bo rêveberiya nahiyeya Şore û Osame Şahir bo birêveberê Geyare destnîşan kir.
Basnews
