Berpirsê navçeya Mexmûrê yê PDKê: Mexmûrî şermê li wê dikin ku cehşên YNKyî bajar birêve bibin
Berpirsê navçeya Mexmûrê yê PDKê radigehîne, xelkê bajar şermê ji wê yekê dikin ku ew cehşên ku wek xelata xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê peywir werdigrin bajar birêve bibin.
Duh 02.07.2024ê Encûmena parêzgeha Nînowa civîneke derveyî yasayê pêkanî û di civînê de ji ber xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê YNK û cehşbûna wê hat xelatkirin, peywira qaymeqamtiya Mexmûrê û çend peywirekî din dan YNKê.
Vê derbarê de berpirsê baskê 23 yê PDKê Senger Kanebî di peyamekî ji xelkê sînorê qeza Mexmûrê de ragehand: ‘’Ew gêj û nefamên ku wisa dizanin ji derveyî yasa û madeyên destûra Iraqê û derketina ji madeya 140ê ya destûra Iraqê dikarin ya xwe bikin û îradeyê li ser Mexmûr û Mexmûriyan û Qerac a xoşdivî de biselmînîn, careke din em dibêjin xeyalên wan pêknayê û ti hêzek nikare biryara yasayî û nedestûrî cîhbicîh bike. Birêzan qaymeqam û rêveberên nahyeyan li karê xwe yê asayî dê berdewam bikin. PDK endamtiya xwe ya li encûmena parêzgeha Nînowa ragirt.’’
Vê derbarê de berpirsê navçeya Mexmûrê yê PDKê Kirêkar Şakir jî ragehand, hemû kesekî hişyar wê dizane ku YNK 7 sale berdewam xelata wê xiyanetê werdigre ku 16ê cotmeha 2017ê de kir û navçeyên sînorê madeya 140 a destûra Iraqê radestî milîsan kir.
Herwaha got: ‘’Mexmûr taybetmendiya xwe heye, ew qeza çend ser bi Nînowa be, ewqas jî ser bi Hewlêrê ye, xelkê wê jî di kurdîtiyê de nimûne ne û bi piştrastî şermê ji wê yekê dikin ku cehşên YNKê bajar birêve bibin. Ji bo wê jî YNK di xewnê de jî qaymeqamtiya Mexmûrê nabîne.’’
Berpirsê wê navçeya PDKê li Mexmûrê got: ‘’YNK dixwaze Mexmûrê jî wekî Kerkûkê bike, çawa di saya cehşbûna YNKê li Kerkûk û gelek navçeyên sînorê madeyên 140 erebkirinê dest pê kir, YNK dixwaze Mexmûrê jî ji bo erebkirinê veke. Herwaha dixwaze Mexmûrê bike serbazgehekî mezin bo PKKê, ku zarokên xelkê bajar bên revandin. Bi piştrastî ve Mexmûrî wê qebûl nakin û PDK jî piştevaniya xelkê Mexmûrê dike.’’
Basnews
