Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derveyê Qeterê civîya
Li civîna ku îro sêşem 29.10.2019 birêveçû her dû aliyan pêşhatên dawî ya rewşa emnî û siyasî ya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexda li gel Doha û bingeha baş ya veberhênanê li Herêma Kurdistanê ji bo kerta taybetî ya Qeterê û hewldana vekirina Konsolxaneya Qeter li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.
Rewşa Sûriye û encam û bandorên wê mijareke dinê vê civînê bû ku birêz Balyozê Iraqê li Doha û Balyozê Qeterê li Bexda têda beşdar bûn.
Waar.tv
