• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîkayê serdan û geştkirina Iraq û 18 welatên din ji bo hemwelatiyên xwe qedexe kir

Amerîkayê serdan û geştkirina Iraq û 18 welatên din ji bo hemwelatiyên xwe qedexe kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê hemwelatiyên xwe agahdar dike û daxwazê ji wan dike serdana 19 welatan nekin, ku Iraq jî yek ji wan welatan e.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekî hemwelatiyên xwe agahdar dike ku xwe ji geştkirinê ji bo 19 welatan biparêzin, ku şeş ji wan welatên Erebî ne û Iraq jî yek ji wan welatan e.

Li gor wê lîsteya ku Wezareta Derve ya Amerîkayê parve kiriye, ji ber hebûna metirsiya terorê, revandin û metirsiya li ser jiyana wan, nabe hemwelatiyên Amerîkayê serdana Iraq, Lîbya, Sûriye, Somalî, Yemen û Sûdanê bikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê her di wê lîstê de agahdarî daye hemwelatiyên xwe û wan hişyar dike ku serdana Îran, Belarûs, Rûsya, Afganistan, Koreya Bakur, Ukrayna û Venezuelayê jî nekin.

Ji ber berdewamiya şerê Xezeyê û gefên leşkerkêşiya Îsraîlê ji bo başûrê Lubnanê, aloziyên Rojhilata Navîn metirsîdartir bûne. Berî du rojan Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê gefxwar ku dê êrîşan ji bo ser hêzên Amerîkayê û berjewendiyên wî welatî li Iraqê bidin dest pê kirin.

 

 

Basnews

Top