Malikî û Amirî di derbarê posta parêzgarê Diyalayê de li hev dikin
Li gorî agahiyan, dewleta yasa û Rêxistina Bedir nêzîkî yekalîkirina posta parêzgarê Diyalayê bûne û parlamenterek jî dibêje, rêkeftin hatiye kirin.
Îro sêşemê 2.07.2024, parlamenterekî Iraqê Elî Temîmî ji çapemeniyên Iraqê re ragehand, ji bo yekalîkirina postên Diyale, di asta bilin de civîn hatiye kirin.
Herwaha amaje bi wê jî kiriye, rêkeftin hatiye kirin ku têde hatiye diyar kirin ku kesekî hevbeş ji bo posta parêzgariya Diyale bê dayîn, heta eger Ebdulresûl Etbî yan jî kesekî din bê.
Wî parlamenterî ragehand ku Dewleta yasayê dixwaze hemû alî li Hikûmeta xwecihî a Diyale beşdariyê bikin û di çareserkirina pirsgirêkên Diyale de israr bikin.
Herwaha li ser wê dubare kiriye ku çareserkirina pirsgirêkên Diyaleyê nêzîke.
Basnews
