• Friday, 13 February 2026
logo

Cîgirên Serokwezîrê Îraqê pêşwaziya Serok Barzanî kirin

Cîgirên Serokwezîrê Îraqê pêşwaziya Serok Barzanî kirin

Nivîsîngeha Serok Barzanî daxuyaniyek belav kir.

Nivîsîngeha Serok Barzanî derbarê serdana îro ya Serok Barzanî yabo Bexdayê daxuyaniyeke fermî belav kiriye û ragihandiye ku, beriya nîvroya îro Serok Barzanî şanda pêre bi serdaneke fermî gehêşte Bexdayê û li balefirxaneya navnetwî ya Bexdayê ji aliyê du Cîgirên Serokwezîrê Îraqê Dr, Fûad Husên û Mihemed Temîm û hijmareke din ji rayedarên Îraqê ve hate pêşwazîkirin.

Biryare di çarçoveya vê serdanê de Serok Barzanî li gel rayedarên hikûmeta federalî û aliyên siyasî yên Îraqî û balyozên çend welatan bicive.

 

Top