• Thursday, 12 February 2026
logo

Serkirdeyeka Gorran bo rewşa Iraqê daxwaziyekî ji Serok Barzanî dike

Gulan Media October 30, 2019 Nûçe
Serkirdeyeka Gorran bo rewşa Iraqê daxwaziyekî ji Serok Barzanî dike
Endameka civata giştî ya Gorranê daxwaz ji Serok Mesûd Barzanî dike partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî li hev bicivîne û dengê wan bike yek.

Endama civata giştî ya Gorranê, Peyman Ebdulkerîm li ser rewşa Iraqê ji BasNewsê re got, rewşa Iraqê gelekî hestiyar e. Dibe ku komployek navdewletî li dijî Iraqê hebe û bi vî rengî petrola Iraqê bixin destê xwe.

Peyman Ebdulkerîm behsa serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî kir û got, di dîroka Iraqê de ti serokwezîrek bi qasî Adil Ebdulmehdî baş nebûye. Ji ber wê jî divê firsendê bidin wî da ku di nav du mehan de daxwaziyên xwepêşanderan bicîh bîne.

Wê berpirsa Gorranê anî ziman, şîe di nav xwe de behsa wê yekê dikin ku Adil Ebdulmehdî ji ser kar bavêjin û got, lê ez hêvîdar im Ebdulmehdî wê yekê qebûl neke û dest ji kar bernede.

Wê endama civata giştî ya Gorranê da xuyakirin ku divê partî û aliyên Kurdistanê di vê rewşê de bibin yek û got, ji ber wê jî ez bang li kak Mesûd Barzanî dikim vê erkê bide ser milê xwe û dengê aliyên Kurdistanî bike yek.

Basnews
Top