• Friday, 13 February 2026
logo

Piştî 13 salan Sûriye û Tirkiye li Bexdayê dicivin û dest bi qonaxeke nû dikin

Piştî 13 salan Sûriye û Tirkiye li Bexdayê dicivin û dest bi qonaxeke nû dikin

Piştî 13 salan peywendiyên navbera Tirkiye û Sûriiyê ber bi asayîbûnê ve diçin û amadekarî dest pê kirine ku civîna Tirkiye û Sûriyê li Bexdayê pêkbê. Ji aliyê din ve Rêveberiya Xwaser a Rojavayê Kurdistanê jî radigehîne ku plangeriyeke mezin li dijî Rojavayê Kurdistanê li holê ye.

Nêzîkî mehekî ye behsa asayîbûna peywendiyên Tirkiye û Sûriyê tê kirin, amadekarî dest pê kirine ku civîna navbera şandeyên Tirkiye û Sûriyê li Bexdayê pêkbê.

Li gor çavkaniyên rojnamevaniyê pêngava yekem asayî kirina peywendiyane.

Herwaha Tirkiyê daxwaz kiriye, civîn dûr be ji çavên ragehandinê.

Tirkiyê daxwaz ji Iraq û Rûsyayê kiriye, di civînê de beşdar bin û aliyên din ên sêyem jî di civînê de hebin.

Çavkaniyekî Sûrî amaje bi wê yekê dike ku piştevaniyekî mezin a erebî ji bo asayîbûna peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê heye, bi tyabet jî Siûdiye û Îmarat piştevaniyê dikin, ji aliyê din ve jî Rûsya, Çîn û Îran piştgiriyê didin.

Piştî 13 sal têkçûna peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê, hewldan heye ku ew du welate peywendiyên xwe asayî bikin. Berî naha Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehand: Ez amademe ji bo civîna li gel Serokê Sûriyê Beşar Esed û berê em bi awayê malbatî dihatin gel hev.

Di wan 13 salên borî de gelek caran Erdogan bi tundî li dijî Esed peyam dan û radigehand ku: Esed qesabe û dest nadim destê wî. Li hember wî Esed jî ji Erdogan re digot: Tu dizî hatî dewlemendiya welatê me didizî.

Ji aliyê din ve Rêveberiya Xwaser a Rojavayê Kurdistanê jî li hember nêzîkbûna wan herdu welatan nîgerane û dibêje; plangeriyekî mezin li dijî gelê Sûriyê û berjewendiyên Sûriyê heye. Herwaha hemû cure rêkeftineke ku tê behskirin red dikin, dijî berjewendiyên gel in û piştevaniya asayîbûna waha nakin.

 

Basnews

Top