• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Çi di karîna me de hebe emê bikin

Mesrûr Barzanî: Çi di karîna me de hebe emê bikin

Li gel rayedarên Parêzgeha Silêmanî civiya.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana xwe yabo parêzgeha Helebceyê, çû bajarokê Xormalê û li hawîngeha Ehmed Awa li gel hinek kesatî û bernasên Xormalê jî civiya û behsa biryara biqeza kirina Xormalê û çend mijarên din jî kir.

Pişt re Serokwezîr çû Silêmanî û li bînayeta Parêzgariya Silêmanî li gel Parêzgar û rayedarên din yên Silêmanî jî civiya û derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Piştî nîvroya îro li bajarê Silêmanî me serdana bînayeta parêzgehê kir û ji aliyê Parêzgarê silêmanî birêz heval Ebûbekir ve pêşwaziya me hate kirin.

Di civînê de ku, wezîrê navxwe Rêber Ehmed, Cîgirên Parêzgar û Qayîmiqamên sînorên parêzgeha Slêmanî jî têde beşdarbûn, Parêzgarê Silêmanî raportek derbarê kar, çalakî, proje, kêşe û arîşeyên sînorên parêzgehê pêşkêş kir.

Me balkêşande ser vê yekê ku, erkê hikûmeta herêma Kurdistanê ye ku,bêyî cudatî xizmeta tevahiya ewlatiyan, bajar û bajarokên herêmê bike.

Me tekez li ser vê yekê ku, her tiştek di karîna hikûmetê de be, dike bo xizmet kirina zêdetir ya xelkê hêja yê Silêmanî û baştir kirina xizmetgozariyên giştî li vê parêzgehê de.

Me spasiya kerta taybet jî kirk u, hevkar û alîkar û piştîvanê karnameya hikûmetê bûye di warê ava kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî li herêma Kurdistanê de.

 

 

Top