• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Kerbelayê 18 xwepîşander hatin kuştin

Gulan Media October 30, 2019 Nûçe
Li Kerbelayê 18 xwepîşander hatin kuştin
xwepîşandan hîn jî berdewamin
Di çarçoveya xwepîşandanên duhê bişev yên li Kerbelayê de, şer û alozî derketin û herî kêm 18 xwepîşander hatin kuştin.

Jêderên tendirostî yên li parêzgeha Kerbelayê eşkere kirin ku duhê bi şev şer û pevçûn di navbera hêzên ewlekarî û xwepîşanderan de derketiye û hêzên ewlekarî êrîşî ser xwepîşanderan kirine û di encam de herî kêm 18 xwepîşander hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn ji roja înê heta niha li bajarên Başûrê Îraqê xwepîşandan didomin û heta niha zêdetir ji 150 kesan hatine kuştin û zêdetir ji 2 hezar kes jî birîndar bûne.
Top