Îsrayîl bo civaka nêvdewletî: Bê deng nebin li beranber ewa bi serê gelê Kurd ê qehreman dihêt
Bînî Gantis, raspatî bo serok wezîrînî ya Îsrayîlê got: Destxweşîyê li dezgehên ewlekarîyên Emerîkayê bi serokatîya Donald Tiramp dikim, ku bi kuştina xelîfeyê Daişê, terorist Ebûberkir Bexdaî, cîhan rizgar kirin.
Herweha got: Lê hêj ev dever di nav tûndûtîjîyê û şer de maye. Lew daxwaz ji civaka nêvdewletî dikim, ku li beranber ewa bi serê gelê Kurd ê qehreman dihêt bêdeng nebin, Nemaze jî hêrişa hovane ya Tirkiyê bo ser bakûra rojhelata Suriyê.
K24
