Tirkiye 18 serbazên rêjîma Sûriyê desteser dike
Rojnameya Elşerq Elewset belavkirêye wezareta berevanîya Tirkiyê duhî ragehand, wan di dema encamdana çalakîyên ewlehî û çavdêryê de, 18 kes ji derdora Serê Kanîyê, li Rojavaya Kurdistanê desteser kirîne, ku renge ev kesên hanê ser bi hêza rêjîma Suriyê ve bin. Li gor ajansa Royterzê xuya kirîye, ew niha di hevahengîyê de ne li gel berpirsên Rusyayê derbarê girtina wan .
Di 13 Oktoberê de rêkeftinek di navbera Hêzên Suriya Demokrat (HSD) û rêjîma Suriyê de hate wajûkirin , bi mebesta belavkirina artêşa Suriyê li ser xîça sînorî bo rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser Rojavaya Kurdistanê.
K24
