Mark Esper: Zeviyên petrolê dê bibe çavkaniyên aboriya YPGê
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper, di civîna rojnamevanî de ragihand ku ew rê nadin ku DAIŞ, Rûsya û Sûriyê petorla Sûriyê kontrol bikin, dê ew bixwe ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îdare bikin.
Mark Esper diyar kir ku hewlên Amerîka dê berdewam be bo kontrolkirina zeviyên petrolê yên li rojhilatê Çemê Firatê û got: “Dema serkirdeyê DAIŞê sax, ev zevî çavkaniyên dahata operasyonên wan bûn.”
Esper destnîşan kir ku her aliyê li ser zeviyan bibe gef û metirsî dê bibe armanca Amerîkayê û got: “Zeviyên petrolê yên Sûriyê dibe ku bibe çavkaniyeke girîng a dahata YPGê.”
Ji aliyê din ve televîzyona fermî ya hikûmeta Sûriyê jî ragihand ku leşkerên Amerîkî bi karwan karwan ji Herêma Kurdistanê dîsa vedgerin bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.
Rudaw
