Bexda- Qedexekirina derketina derve hat ragihandin
Fermandeyê Operasyonên Bexdayê Qeys Mihemedawî ji medyaya Iraqê ra aşkere kir îşev ji saet:24:00an heta sibehê 06:00an hemû cûre hatûçûn qedexe kirine. Herwiha Qeys Mihemedî aşkere kiriye bo armanca parastina hemwelatiyan û rêgiriyê bikin ku kesên xirapkar beşdarî nava xwepêşandanan bibin.
Çend roje xwepêşandanên Iraqê dîsan dest pê kirine û xwepêşandan li Bexda û Besra û gelek parêzgehên din ê Iraqê birêve diçin. Ji ber xwepêşandan û aloziyên di navbera xwepêşander û hêzên emnî zêdetir ji 70 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Herwiha îro roja duşemê ji ber pevçûnên xwepêşander û hêzên emnî 5 kes hatibûn kuştin. Herwiha xwepêşandan li Bexdayê berdewam dikin.
Basnews
