• Thursday, 12 February 2026
logo

Mazlûm Kobanî: Em bo yekîtiya neteweyî amadene

Gulan Media October 29, 2019 Nûçe
Mazlûm Kobanî: Em bo yekîtiya neteweyî amadene
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ew amadene bi rola xwe ya neteweyî rabin bo yekîtiya neteweyî.

Ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twitterê Mazlûm Kobanî ragihand: ”Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk, amadene bi rola xwe ya neteweyî rabin û nêrînên hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî û gihiştina helwestek hevbeş ji bo derbaskirina vê pêvajoya dîrokî ya gelê me.”

Herwiha beriya bi çend rojan jî Mazlûm Kobanî aşkere kiribû divê Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Yekîtiya Demokratîk (ENKS- TEVDEM) dawî li her nakokiyan bînin û li hev bicivîn yekîtiyek bihêz ava bikin.
Top