• Thursday, 12 February 2026
logo

8 helîkopterên Amerîkî ji Hewlêrê ve bo kuştina Bexdadî çûbûne nav Sûriyê

Gulan Media October 29, 2019 Nûçe
8 helîkopterên Amerîkî ji Hewlêrê ve bo kuştina Bexdadî çûbûne nav Sûriyê
Derbarê kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî de hûrgiliyên nû aşkere dibin û li gor zanyariyan, odeya operasyonê li Hewêlêrê bûye û 8 helîkopterên serbazî yên Amerîkayê ji Hewlêrê ve ber bi cihê mana Ebûbekir Bexdadî ve firîne.

Hûrgiliyên operasyona kuştina Xelîfeyê DAIŞê, Ebubekir Bexdadî aşkere dibin.

Li gor hin zanyariyên nû, roja Şemiyê demjimêr 17:00 bi dema Waşington DC û demjimêr 12ê şev bi dema Herêma Kurdistanê, 8 helîkopterên leşkerî yên Amerîkayê tevî tîmeke serbazî ya taybet a Amerîkî ji Hewêrlê ber bi gundê Barîşa yê ser bi parêzgeha Idliba Sûriyê ve çûn, ku cihê mana serkirdeyê DAIŞ Ebûbekir Bexdadî bû.

Bi destpêkirina operasyonê, Serokê Amerîkayê, Donald Trump û tîmeke taybet a ewlehî û berevaniyê ya wî welatî bi endamîtiya Cîgirê Serok, Wezîrê Berevaniyê, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî û çend kesên din li Koşka Spî çavdêriya operasyonê dikirin û rewş dişopandin.

Hêzên Amerîkayê Ebûbekir Bexdadî, hevjîn û zarokên wî dorpêç kirin, û piştire dema ku Bexdadî bêçare ma, wî xwe û zarokên xwe teqandin.

Serokê Amerîkayê duh Yekşemê di konferanseke rojnamevaniyê de bi fermî kuştina Ebûbekir Bexdadî û alîkarên wî ragihand û got, ew di operasyoneke serkeftî ya hêzên taybet ên Amerîkayê de li Sûriyê hatiye kuştin.

Donald Trump ragihand, Kurd di kuştina Ebûbekir Bexdadî de alîkar bûn û hin zanyariyên îstixbaratî dane hêzên Amerîkayê ku ew zanyarî gelek alîkar bûne û piştre hêzeke Amerîkî ya taybet bo dema 2 saetan di operasyonê de beşdar bû.

Trump wiha axivî: "Şeva bihorî Amerîkayê serkirdeyê herî mezin ê DAIŞê gihande cezayê wî, Ebûbekir Bexdadî miriye, ew damezrêner û serkirdeyê DAIŞê bû, rêkxistina herî dirinde û tundrew, rêkxistineke terorîstî bû di cîhanê de. Amerîka çend sal bû ku li pey Ebûbekir Bexdadî da digera, girtin yan kuştina Bexdadî karê herî li pêş ê Civata Asayişa Niştimanî ya îdareya min bû. Hêzêa Operasyonên Taybet ên Amerîkayê bi şev operasyoneke metirsîdar li bakurê rojavayê Sûriyê encam daye û gelek bi başî karê xwe kirine."

Trump got jî, hinek belge li cihê Bexdadî hebûn, ew belge derbarê DAIŞê de girîng in.

Bi gotina Trump, Bexdadî di dema operasyonê de çûye nav tunelekê û sê zarokên xwe bi xwe re birine nav tunelê û hewl daye ku bireve, lê dema ku bê çare ma, xwe û zarokên xwe teqandin.

Serokê Amerîkayê tekez kir, ku termê wî parçe parçe bûye, lê ceribandina DNAyê piştrast kir, kesê ku hatiye kuştin, Ebûbekir Bexdadî bixwe bûye.

Trump spasiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî kir, ku di vê operasyonê de rola wan hebûye û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HSDê Rêdûr Xelîl jî amaje bi wê rolê kir.

Rêdûr Xelîl diyar kir, operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî bi zanyariyên îstixbaratî yên me û şopandina me ya bo dema 5 mehan hat encamdan.

Rudaw
Top