Mesrûr Barzanî: Spasiya Almanya dikin, bo dirêjpêdana rahênankirina Pêşmerge
Di hevdîtinê de ku Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêr Barbara Wolf amade bû, rewşa Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Parleman û Hikûmeta Almanyayê kir, bo dirêjkirina mana efserên Almanyayê li Herêma Kurdistanê, bo rahênankirina hêzên Pêşmergeyên.
Di derbarê rewşa niha ya Iraqê de jî, amaje bi wê da, ku ligel daxwazên aştiyane û rewa yên xwepêşandaran in. Di heman demê de jî piştgîriyê li pêngavên çaksaziyê yên Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî dikin.
Herdu alî li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku pêwîst e civaka navdewletî hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, bo lixwegirtina penaberên ku ji ber rewşa aloz ya navçeyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.
K24
