Co Baydin: Nabe Emerîka pişta xwe bike Kurd
Got jî: Nabe Emerîka pişta xwe bide Kurd, çunku li şerê terorê bi hezaran kes bûyîne qurabanî, bo evî karî jî Emerîka qerdarê Kurd e.
Co Baydin, berbijêrê Demokratan bo serokê Emerîkayê li helbijartina dahatî û cêgirê serokê berê yê Emerîkayê got: Dixwazim behsê qehremanî û azayîya artêşa me û behsê çav netirsîya hêza Dêlta bikim beranber wî karê mezin ku encam dane. Em hemû qerdarê serbazên xwe ne û careke din serlmandin ku supayê me baştirîn û bihêztirîne li cîhanê. Dizanim ku kuştina Bexdadî nûçeyeke xweş bû bo hemû alîyan, lê dixwazim amaje bikim ku Daiş piştî Bexdadî jî her gefe bo Emerîkaû hevpeymanên me, lew pêwîste givaşên xwe bo ser wan zêdetir bikîn. Nabe ji hevpeyamanên xwe dûr bikevîn.
Ragehand jî: Kurd zêdetir ji 10 hezar qurbanî dane bo dawîhînanê bi kuştinkarîyê û em jî qerdarê wan în û divê sozên xwe bicih bikîn.
K24
