• Thursday, 12 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî: Têkbirina DAIŞê de hêzên Pêşmerge rolekî çalak girtin ser xwe

Gulan Media October 28, 2019 Nûçe
Kemal Kerkûkî: Têkbirina DAIŞê de hêzên Pêşmerge rolekî çalak girtin ser xwe
Berpirsê encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Kemal Kerkûkî ragehand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê têkbirina DAIŞê de rolekî çalak girtine ser xwe û sînorek bow ê rêxistina terorîst hatiye danîn.

Dr. Kemal Kerkûkî ji basnewsê re ragehand: ‘’Kuştina emîrê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebubekir Bexdadî nabe sedemê bi temamî têkbirina terorê, lê kuştina wî terorîstê mezin dê bibe sedemê lewazbûna rêxistina DAIŞê, herwaha dibe di dema danîna terorîsteke din di cîhê Bexdadî de, pirsgirêk û nakokî bikevin navbera hin berpirsên din ê wê rêxistina terorîst a DAIŞê.’’

Herwaha got: ‘’DAIŞ rêxistinek terorîstî ye û karê xwe yê terorîstî jî dê berdewam bike, pêwîste civaka navdewletî û navçeyî û Iraq û Kurdistan alîkarê yek bin bo tinekirina hizra DAIŞê, ji ber wek hizir û fikir DAIŞ her berdewam e.’’

Kemal Kerkûkî got: ‘’Ew rêxistina terorîstî ye, di heyama 6 salên borî de, her çi tiştekî xirabe kir, lê ji ber qehremantiya hêzên Pêşmerge li Iraq û herêma Kurdistanê, Pêşmerge sînorek bo wê rêxistina terorîst danî. Hêzên Pêşmerge roleke giring hebû di têkbirina teror û karê terorîstî de.’’

Basnews
Top