Serok Barzanî: Kuştina Bexdadî bi wateya dawî hatina Da’îşê nîne
Bêguman her kesek tawanbar û qatilê xelkê bêguneh bê, zû yan dereng her bi sizayê xwe digihe. Raste kuştina Ebû Bekir Bexdadî bandorê li ser lawazbûna terorîstan ve dike, lê belê girîng eweye hemû aliyek bi taybetî civaka navdewletî agahdar bin ku kuştina Bexdadî bi wateya dawî hatina Da’îşê nîne û pêwîste hemû aliyek hişyar bin û li şerê dijî teror û rîşekêşkirina terorê de hemaheng û berdewam bin.
Mesûd Barzanî
27.10.2019
