Malbateke Duhokî bi rêya Rûdawê kurê xwe di zîndaneke DAIŞiyan de dibîne
Roja 19.10.2019an raporteke peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz, li ser girtiyên DAIŞê li zîndana Hesekê belav bû. Piştî derkevtina zîndaniyan, bavê yek ji wan girtiyan peywendî bi Rûdawê re danî û got ku ew piştrast e yek ji wan kesên girtiyên DAIŞê li wê zîndanê ku di raportê de tên dîtin, kurê wî ye.
Faris Tahîr ku xelkê parêzgeha Duhokê ye û wê dema ku DAIŞê êrişî Mûsilê kir, mala wî li Mûsilê bû. Faris çîroka kuştin û girtina kurên xwe ji Rûdawê re vediguhêze û dibêje, “10 roj piştî hatine DAIŞê bo Mûsilê, çekdarên DAIŞê hatin mala min û daxwaza kurê min yê mezin kirin û gotin ‘ew li dijî DAIŞê axiviye’.”
Kurê Faris ê mezin Welat jî sala 1991an ji dayîk bûye û xwendekarê zaningehê bû. Bavê Welat dibêje, piştî mehekê ji birina kurê wî, çekdarên DAIŞê bi rêya melayê mizgefta taxa wan, nûçeya derbarê çarenivîsa kurê wî de bo wî şandine û aşkere kirine ku wan Welat darve kirine. Faris dibêje, “Me nivêja xeybî bo kurê min kir û şîna wî danî.”
Ji ber êrişa DAIŞê ya li ser Kurdistanê rêya derkevtinê ji wî bajarî ji destê wê rêxistinê li ber wê malbatê nemabû, ji ber hindê neçar man ku li Mûsilê bimînin, lêbelê vê carê rastî karesateke din hatin ku roja 30.07.2016an çekdarên DAIŞê dîsa bi ser mala wan de girtin û kurê wan ê biçûk jî birin.
Birayê Welat, Yûsif jî sala 1995an ji dayîk bûye û ji wê roja ku ji malbata xwe hat veqetandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e. Bavê Yûsif dibêje, “Çekdaran Yûsifê min kelepçe kirin û birin, gotin, ‘em dê lêkolînekê li gel bikin, eger tiştek derbarê wî de dernekeve em dê wî berdin’ lêbelê heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.”
Dema ku Faris pirsa çarenivîsa kurê xwe ji çekdarên DAIŞê dike ku ‘çi lê kirine, li ku derê digirin û dê bo ku derê bibin?’, wan çekdaran jê re gotine, “kurê te di nav hevrêyên xwe de dibêje ew dê tola birayê xwe hilde.”
Heta 3 meh piştî desteserkirinê, Faris bi rêya wan kesên ku ji zîndanê azad bûne, fêr dibe ku kurê wî sax e. Lêbelê piştî destpêkirina operasyona artêşa Iraqê bo kontrolkirina Mûsilê ti zanyariyek derbarê kurê xwe de bi dest nexistiye. Faris dibêje, “DAIŞê girtiyên xwe veguhastibûn bo Sûriyê.”
Piştî belavbûna raporteke Rûdawê ya li ser girtiyên DAIŞê li zîndana Heseke ya Rojavayê Kurdistanê, Faris hêviya wî bo dîtina kurê wî ji nû vejiyaye û dibêje, “Di nav wan girtiyên DAIŞê de min kesek dît ku ez ji sedî 90 piştrast im ew kurê min Yûsif e. Ji ber hindê daxwaz ji aliyên peywendîdar dikim bo vegerandina kurê min alîkariya min bikin.”
Rêveberê zîndana Hesekê, Heval Hozan dibêje, “Me lêkolîn derbarê vê mijarê de kir. Em li gel wî kesî axivîn ku ew malbat dibêje kurê me ye. Ew kes jî dibêje, ‘ez ne Kurd im û xelkê Mexrîbê me’. Lêbelê em nizanin rast dibêje yan na?”
Baweriya bavê Yûsif bi gotinên rêveberê girtîgehê nayê û dibêje, “Ez piştrast im ew Yûsifê kurê min e, lêbelê ji ber tirsa DAIŞê nikare xwe aşkere bike.”
Yûsif nimûneyeke ji hejmareke zêde ya ciwan, jin, zarok, zilaman e ku di heyama hikûmraniya DAIŞê de li Iraqê û Sûriyê ketine destê wê rêxistinê û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.
Endamê Encûmena Parêzgeha Neynowa, Berekat Şemo, ji Rûdawê re ragihand, “Nêzikî 800 Kurdên Êzidî û Misilman bi hevşêweyê Yûsif di zîndanên DAIŞê de bûne. Lêbelê di dema êrişan de çekdarên DAIŞê ew kesên girtî bo xwe kirine mertalên zindî û kuştin.”
Rudaw
