• Thursday, 12 February 2026
logo

Şîrketa Zagros Jet red dike Tirkiyê dest bi ser balefirekî wan de girtibe

Gulan Media October 28, 2019 Nûçe
Şîrketa Zagros Jet red dike Tirkiyê dest bi ser balefirekî wan de girtibe
Rêveberê marketing a şîrketa balefirvaniya Zagros Jet ew gotegotên ku dibêjin Tirkiyê dest bi ser balefirekî wan de girtiye red dike.

Li gor çend rojnameyekî Tirkiyê de belav bûn, ji ber şikesta şîrketa balefirvaniya Tirkiyê ya di encama kêmbûna geşt kirina hemwelatiyên herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, li du heftiyên borî de, dest li ser balefirekî şîrketa balefirvaniya Zagros Jet de hatiye girtin.

Li hember wan gotegotan rêveberê marketing a şîrketa balefirvaniya Zagros Jet Hekîm Osman ji BasNewsê re ragehand, ew gotegotên ku dibêjin balefire me li Tirkiyê dest li ser hatiye girtin ‘’ne rast in û di çarçoveya propaganda de tê kirin, lê em karê xwe berdewam dikin û geşt tên kirin.’’

Roja 20.10.2019ê serokê yekitiya şîrketa geştyarî û balefirvaniyê li herêma Kurdistanê Lewend Mamundî ji basnewsê re ragehandibû, di heyama çend heftiyekê de rêjeya geştyarên li herêma Kurdistanê ve bo Tirkiyê sedî 75 kêmbûye û nirxê biletên balefiran jî di asta herî nizim de ye li gor wan 10 salên borî. Wek nimûne jî diyar kir ji Hewlêrê ve bo Stenbolê çûn û hatin bo 150 dolaran daketiye.

Basnews
Top