Nameyeke serxweşiyê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro sêşemê nameyeke serxwaşiyê pêşkêşî Dr. Nasîh Xefûr Remezan kir.
Di nameya serxweşiyê a Serokê Hikûmetê de wiha hatiye diyarkirin: “Mixabin min nûçeya koça dawî ya xweşka birêzê we Fatime bihîst, dibêjim serê we saxbe û ez şirîkê xema we me. Xwedê mezin canê xwe bi biheştê şa bike û sebir û aramiyê ji malbata we yê birêz re bibexşe.”
Basnews
