• Thursday, 12 February 2026
logo

Yekîtiya Parêzerên Ereb li dijî Erdogan dozê tomar dike

Gulan Media October 28, 2019 Nûçe
Yekîtiya Parêzerên Ereb li dijî Erdogan dozê tomar dike
Ofîsa Daîmî ya Yekîtiya Parêzerên Ereb ragihand ku ji ber erîşa ‎berdewam a Tirkiyê ji sala 2012an ve bo ser Sûriyê, ew dê li dadgehên navdewletî dozê li dijî Tirkiyê û serokomarê wê Recep ‎Tayyip Erdogan tomar bikin.

Ofîsa Daîmî ya Yekîtiya Parêzerên Ereb ‎piştî civîneke neasayî ku li Qahîreyê hat kirin, bi daxuyaniyekê ev helwêsta xwe aşkere kir. Yekîtiya Parêzerên Ereb ragihandiye, li beramber wê ‎zirara zêde ya aborî û civakî ku bi sedema êrîşên Tirkiyê gihiştiyê Sûriyê, ew dê daxwaza qerebûkirina Sûriyê bikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Emê dozê li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tomar bikin, ‎ji ber tawanên şer ku li Sûriyê dike û ji ber tawanên dijî mirovayetiyê ku dijî gelê Sûriyê dike.” ‎

Ofîsa Daîmî ya Yekîtiya Parêzerên Ereb ku nûnertiya hemû sendîkayên parêzeran ên welatên ‎Erebî jî dike, hevdem daxwazê ji rêxistinên navdewletî û rêxistin Erebî yên mafên mirov dike, daku ‎êrîşa Tirkiyê bo ser axa Sûriyê şermezar bikin.‎

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê, ji 9ê vê mehê ve êrîşeke leşkerî ‎bo ser Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin, lê herçiqas piştî çend rojan agirbest hat ‎ragihandin, li gor Rêveberiya Xweser heta niha ji ber wê êrîşê zêdeyî 250 kesan canê xwe ji dest ‎dane û zêdeyî 300 hezar kes jî koçber û derbider bûne.‎

Rudaw
Top