Hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî nav 8 gundên Hesekê bûn
Medyaya rêjîma Sûriyê ragihandiye, îro hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî nav çend gundên bajarê Hesekê bûne û li wan gundan bicîh bûne.
Li gorî agahiyan, tevahiya wan gundan li bakûrê rojavayê Hesekê ketine.
Navên wan gundan ev in: Sîbatiye, Cemîliye, Xerbe Dibs, Qasimiye, Reşîdiye, Dawidiye, Ezîziye û Zehre.
Basnews
