Li Serê Kaniyê pevçûn: Leşkerekî Tirkiyê û 22 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin
Li Rojavayê Kurdistanê şer û pevçnên di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê de berdewam dikin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, li herêma Serê Kaniyê di navbera çekdar û leşkerên wî welatî û şervanên Kurd de şer û pevçûnan rû dane.
Herwiha li gor wê daxuyaniyê di wî şerî de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne. Di wê daxuyaniyê de hatiye îddîakirin ku HSDê êriş kiriye û wan jî bersiv daye.
Li aliyê din HSDê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li bajarokê Zirgan ê Serê Kaniyê di navbera şervanên wan û leşkerên Tirkiyê û tundrewên ser bi Tirkiyê ve pevçûnên dijwar rû dane.
HSD aşkere dike ku di wî şerî de 22 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û herwiha dest bi ser 5 wesayîtên leşkerî de hatiye girtin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve roja 9ê Cotmehê êrişa bo ser Rojava dabûn destpêkirin. Tevî rêkevtinên di navbera Amerîka-Tirkiye, Rûsya-Tirkiyê de jî şer û pevçûnên li herêmê berdewam dikin.
HSD berî niha aşkere kiribû ku çekdarên ser Tirkiyê ve agirbestê binpê dikin û êrişî hêzên wan dikin.
Rudaw
