Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Îro 27.10.2019ê serokwezîr Mesrûr Barzanî û şêwirmendê asayîşa niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiyan û guftûgo derbarê peyvendiyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de kirin û hat diyar kirin hewldan bên bihêz kirin bo geheştina çareseriyeke pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê.
Herwaha behsa giringiya hebûna hemahengiya zêdetir a hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê hate kirin bo tekoşîna li hember metirsiyên terorîstên DAIŞê.
Her du alî rijdbûn li ser pêwîstiya rêz li daxwazên aştiyane yên xwepêşanderên Iraqê bê girtin û herwaha piştevaniyê li pêngavên çaksaziya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dikin.
Basnews
