Muftiye Sûriyê bo Mezlûm Kobanî: Em dê bi dilê xwe pêşwaziya te bikin
Muftiyê Sûriyê Ehmed Bedredîn Hassun li bajarê Qamişlo, beşdarî di şîna Hemîd Hacî Derwîş bû û ragihand: “Her dagîrkarek dê ji Sûriyê li ser destê Ereb, Kurd û hemû xelkê wê Sûriyê bên derxistin.”
Ehmed Bedredîn Hassun got: “Bi rûmeta xwe vegerin welatê xwe, di nivîsandina destûr de beşdar bibin. Ez bang li hemû sûriyan dikim yên ku welatê xwe bicî hiştine ji Kurdan an ewên ku hevkariya aliyên ne sûrî kirine, ku vegerin Şamê, ji ber ku rûmeta we ye.”
Bedredîn anî ziman ku her dagîrkarek dê ji Sûriyê li ser destê Ereb û Kurd û hemû xelkê wê, bê derkirin û wiha pê de çû: “Em dagîrkarek jî nahêlin, kî be jî. Kesên ku bê alîkariya Sûriyê bike serçava, yan jî eger bixwazin hinekî xaka me bibin û yên ku alîkariya wî bikin, weke wî xayinin. Lewma em dê hemû Sûriyê vegerînin.”
Di beşeke din axavtina xwe de Muftiyê Sûriyê got: “Di derbarê min de, ez ji birêz serok re bibêjim ku hemû gelê te, Kurd û Ereb berdewam ji te dixwazin bi wan re şiyar be, dê ji min re bibêje, destê xwe, dilê xwe û dengê xwe bidin min, ez dê serkirdeyê we bim. Belê em dê bi te re alîkar bin, bi destê xwe, bi dilê xwe û bi dia û wefadariya xwe. Her mafek ji bo Sûriyekî kêm be, dê ji bo 23 milyon sûrî kêm be.”
Piştî ku Serokê Amerîkayê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî vexwen bo Washingtonê, Muftiyê Sûriyê bang li Fermandarê Giştî yê HSDê kir û got: “Ez ji te re dibêjim Mezlûm, ne neçe ti paytexteke din. Ji bo xatirê Xwedê were Şamê. Em dê bi dilê dê pêşwaziyê li te bikin.”
Rudaw
