• Thursday, 12 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: Eger hikûmeta Iraqê hilweşe rewşa Kerkûkê xirabtir dibe

Gulan Media October 27, 2019 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Eger hikûmeta Iraqê hilweşe rewşa Kerkûkê xirabtir dibe
Berpirsekî PDKê dibêje, eger hikûmeta Iraqê were hilweşandin rewşa Kerkûkê dê zêdetir aloz û xirab bibe.

Endamê serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Ferhad Kerkûkî ji BasNewsê re got, eger hikûmeta Iraqê were hilweşandin û rewşa Iraqê aloztir bibe wê çaxê xebatên normalkirina rewşa Kerkûkê dixitimin û rewşa Kerkûkê xirabtir û aloztir dibe.

Ferhad Kerkûkî her wiha got, bi hilweşandina hikûmetê re daxwaziyên aliyên şovenîst li Kerkûk û Iraqê bicîh tê. Ew dixwazin rewşa Kerkûkê berdewam aloz û awarte bimîne û ti carî normal nebe.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, biryar bû PDKê roja 1 vê mehê baregehên xwe yên li Kekrûkê, ku ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine dagîrkirin, werbigire lê ji ber rewşa niha ya Iraqê, hat paşxistin.

Ev demek dirêj e li paytext Bexda û gelek bajarên din xwepêşandanên berfireh li dijî gendelî û hikûmetê tên kirin. Xwepêşander daxwaz dikin hikûmet were hilweşandin û hikûmetek nû pêk were.

Basnews
Top