HSD: Hêzên me 32 kîlometran ji sînor vedikişin
Berdevkê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Rûdawê re ragihand ku di çarçova rêkevtina Soçiyê û herwiha ji bo parastina aramiyê li navçeyê û rê nedana şerekî din li herêmê ew dê hêêzn HSDê dê bi kurahiya 32 kîlometran ji herêmên sînorî vekişin.
Mistefa Balî got, “Îro piştî çend roj diyalog û gotûbêj di navbera fermandariya me ya giştî û hikûmet û artêşa Rûsyayê de û li ser bingeha rêkevtina ku li Soçiyê hat kirin, ji bo parastina aramiya herêmê, rakirina metirsiyên dagirkeriyeke nû û şerekî nû li herêmê, hêzên me bi garantoriya Rûsyayê ji herêmê vedikişin.”
Berdevkê Ragihandina HSDê dibêje ev vekişîn li ser bingeha wê garantoriya Rûsyayê ya ji bo destpêkirina diyalogeke siyasî di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de pêk tê û amaje bi wê jî dike ku ji bo dîtina çareseriyeke siyasî HSD dê gavên pêwîst biavêje.
Mistefa Balî herwiha ragihand ku hêzên HSDê ji tevahiya navçeyên sînorî bi kurahiya 32 kîlometran vedikişin û diyar kir ku li şûna HSDê hêzên artêşa Sûriyê û pasevanên sînor ên Sûriyê dê li seranserê sînor bicih bibin. Balî tekez kir ku hêzên HSDê dê li deverên nû bicih bibin.
Derbarê vekişîna hêzên Kurdî ji deverên sînorî hikûmeta Sûriyê jî daxuyaniyek belav kir û pêşwazî li wê pêngava HSDê kir.
Hikûmeta Sûriyê di wê daxuyaniya xwe de gotiye, ‘vekişîna HSDê ji herêmên sînorî dê hinceta di destê Tirkiyê de jinav bibe.”
Rudaw
