Mezlûm Kobanî: Me operasyoneke serkeftî ligel Amerîkayê kir
Twîta Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di demekê de ye ku tê îdîakirin Bexdadî di operasyoneke taybet a Amerîkayê de li Idlibê hatiye kuştin.
Mezlûm Kobanî di twîta xwe de dibêje: “Me ligel Amerîkayê operasyoneke serkeftî ya dîrokî pêk anî.”
Successful& historical operation due to a joint intelligence work with the United States of America.
Twitter Ads info and privacy
4,237 people are talking about this
Li gor çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê, çend helîkopteran li bakurê Idlibê çekdar daxistine xwarê û piştre dest bi operasyona kuştina Bexdadî kirine.
Li gor çavkaniyên Amerîkî, derengê şeva borî 26ê vê mehê hêzên Amerîkayê li gundê Barîşa li bakurê parêzgeha Idliba bakurê Sûriyê di operasyonek taybet de Xelîfeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî kirin armanc û di encam de Bexdadî û herdû hevjînên xwe hatin kuştin.
Li gor ajan fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê li Îdlibê, firokeyên Amerîkayê esker peyayî bakurê bajêr kirin û cihên ku operasyon lê kirin çend kîlomêtre dûrî Kampa Tourlahayê ye.
Bi şev dora saet 00.00î jê 2 firokeyên bêpîlot 10 firokeyên Amerîkayê herêma nêzîkî gundê Barîşayê bombebaran kirine. Ji erdê va bi çekên giran va bersiv dane firokeyan.
Firoke piştî operasyona ku nêzîkî çar saetan dewam kir, ji herêmê rabûn.
Tîmên tenduristiyê yên ku çûn herêmê, ji AAyê re ragihand ku li cihê ku êrîş lê hat kirin malek bi temamî hatiye rûxandin û hin çadirên ku li derdora malê şewitîne.
Ekîbên tenduristiyê gotin ku wan li cihê bûyerê 3 jê mêr, 3 jê jin û bi zarokekî va tevahî cesedê 5 kesan dîtin, 5 kes jî birîndar bûbûn û wan midaxaleya ewil li wan kir.
Qada asmanî ya li Îdlibê ji aliyê Rûsyayê ve tê kontrolkirin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê rayedarên Pentagonê gotibûn ku ew bawer dikin ku Bexdadî di operasyonê de hatiye kuştin, lê ji bo piştrastkirina mirinê ew xebatê dimeşînin.
Li gor nûçeyan rayedarên leşkerî Qesra Spî agahdar kirin û wiha gotin, "Ew piştrast in ku Bexdadî hat kuştin".
Rudaw
