• Thursday, 12 February 2026
logo

HDP: Tirkiye dixwaze Ereban li şûna Kurdan bicih bike

Gulan Media October 27, 2019 Nûçe
HDP: Tirkiye dixwaze Ereban li şûna Kurdan bicih bike
Hevserokê HDPê Sezaî Temelî radigihîne, li ser sinorên Tirkiyê çi korîdorek terorê nîne, Erdogan dixweze Ereban li ser xaka Kurdan bicîh bike.

Hevserokê HDPê li bajarê Qesrê yê Rojavayê Kurdistanê axivî û got: Li ser sinorên Tirkiyê çi korîdorek terore nîne, Erdogan dixweze Kurdan ji cihên wan koçber bikin û desthilatek çekdarên xwe yên tundrew li ser xaka Kurdan durist bike.

Hevserokê HDPê got, bi daxûyaniyên Erdogan vekirî diyar dibe ku Kurd dê ji ser axa wan werin koçberkirin û Ereb dê li ser xaka wan werin bicîh kirin.

Temeli da zanîn, ji Rojavayê Kurdistanê tu caran êriş li ser xaka Tirkiyê nehatiye kirin, lê dema DAIŞ cîranê hikîmetê bû, hemû dergeh ji bo wan vekirî bûn.

K24
Top