• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê rewşa niha ya Iraqê guftûgo dikin

Gulan Media October 27, 2019 Nûçe
Serok Barzanî û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê rewşa niha ya Iraqê guftûgo dikin
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Faleh Feyaz û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên emnî û siyasî yên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê nirxandin û ronahî jî xistin li ser mayîna gefa terorê û bandorên wê yên li ser nearamî û asayîşa Iraq û navçeyê.

Di beşeke din a vê civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexdayê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser berdewamî û bihêztirkirina wan peywendiyan û bi navê çareserkirina bingehîna kêşeyên di navbera her dû aliyan kirin.

Her di vê civînê de di derbarê girjî û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên başûrê Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û her dû alî palpiştiya xwe ji bo Serok Wezîrê Iraqê ya li bi cîhkirina reform û çaksaziyan û daxwazên rewayên hemwelatiyan û xwepêşanderan dupat kirin.

K24
Top