• Thursday, 12 February 2026
logo

HSD: Pabendî rêkeftina Rûsî – Tirkî dibin

Gulan Media October 27, 2019 Nûçe
HSD: Pabendî rêkeftina Rûsî – Tirkî dibin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew pabendî rêkeftina Rûsî – Tirkî dibin û hêzên xwe ji sînorê Sûriye – Tirkiye dûr dixin.

Fermandariya Giştî ya HSDê îro di daxuyaniyekê de ragihand, piştî guftûgoyên bi Rûsyayê re derbarê têbîniyên wan li ser destpêşxeriya rawestandina êrîşa Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê û li gor rêkeftina Soçî ya roja 22 Cotmeha 2019an, HSD razî bûye xalên wê bicih bîne.

Di daxuyaniya Fermanadariya Giştî ya HSDê de hatiye jî, HSD û ji bo xwîn neyê rijandin û xelkê herêmê ji êrîşa Tirkiyê biparêze, dê hêzên xwe ji sînor bidûr bixe.

Amaje bi wê jî da, dê hêzên ser bi Hikûmeta Navendî ya Sûriyê li cihê wan li ser dirêjahiya sînorê bi Tirkiyê re bêne belavkirin.

Di daxuyaniyê de haye, “Di dema HSD ji raya giştî re tekez dike, ew pabend e berevanîkirina li gelên herêmê û destkeftiyên wan, ji Rûsyayê daxwaz dikin, bi erkên xwe pabend be û deriyê guftûgoyê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Navendî ya Şamê de veke.”

Di heman çarçovê de, peyamnêrê K24ê da zanîn, îro karwaneke hêzên HSDê bi kûrahiya 32 K.M ji navçeyeke Til Temirê ya nêzîkî sînorê Tirkiyê vekişiya.

Roja 22ê vê mehê li Soçî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rêkeftinek îmze kiribû, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî gotibû, hin têbîniyên wan li ser wê rêkeftinê hene û wan têbîniyên xwe gihandine aliyê Rûsî.

Top