• Thursday, 12 February 2026
logo

Mazlûm Kobanî: Ez spasiya Serok Barzanî dikim

Gulan Media October 26, 2019 Nûçe
Mazlûm Kobanî: Ez spasiya Serok Barzanî dikim
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê Mazlûm Kobanî spasiya helwesta Serok Mesûd Barzanî kir û ragihand, deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê Kurdistanê ye û dê destê hêzên wan de bimîne.

Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew spasiya helwesta Serok Barzanî û berpirs û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin û got jî, pêwîst e li ser van êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê hêzên Kurdistanî bibin yek.

Derbarê gotinên radestkirina deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bo hikûmeta Sûriyê, Kobanî got Deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê Kurdistanê ye û stratejîk e û dê destê hêzên wan û Rêveberiya Xweser de bimîne û ew ti carî bazarê ser vî deriyî nakin.

Mezlûm Kobanî li ser êrîşên artêşa Tirkiyê de got, êrîşa Tirkiyê berdewam dike, Trump û Amerîkayê jî berpirsyaretiya vê yekê heldigrin.

Herwiha got, Amerîka êrîşa Tirkiyê ranewestandiye û bi tenê hewla fişarên aborî û dîplomasî dike, bêyî ku ti encamên mezin pêk bîne.

Mazlûm Kobanî: Em hin xalên lihevkirina Putin û Erdogan qebûl nakin

Mazlûm Kobanî Fermandarê HSDê ragihand, heta niha ti lihevkirinên wan bi Tirkiyê re çênebûn, tenê agirbest heye, lê tevî vê yekê jî grûpên ser bi Tirkiyê ve agirbestê binpê dikin û êrişên xwe didomînin. Herwiha Kobanî bang li welatên garantor kir, erkên xwe yên li hemberî van binpêkirinan pêk bînin.

Kobanî di berdewamiyê jî da aşkere kir li ser lihevkirina di navbera Tirkiyê û Rûsya de ya li Soçiyê wan li ser vê mijarê bersiv û daxwazên xwe pêşkêşî Rûsyayayê kirine û got: “Em hemû xalên rêkeftinê qebûl nakin, hin xal hene fikarên me li ser hene, ji ber ku ew li dijî berjewendiyên gelê me ne.”

Amaje bi pêwendiya wî bi Serokê Amerîka Donald Trump kir û da zanîn, wî spasiya Trump kir ji ber ku şer rewastandiye. Trump jî jê re tekez kiriye, dê hêzên Amerîkî bimînin, lê niha cihên wan tên guhartin.

Her di wê derbarê da Kobanî diyar kir, ew niha bi Amerîka çawaniya hevrêziya hevbeş bo jinavbirina şaneyên nivîstî yên DAIŞê gengeşe dikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand jî, HSDê bi çareseriya siyasî ya Sûriyê re ye, lê bi mercê taybetmendiya HSDê di nava artêşa Sûriyê de hebe

Mezlûm Ebdî: Pêwîst e ENKS û TEVDEM nakokiyên xwe bidin aliyekî

Liser yekîtiya nav mala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Mezlûm Kobanî got, pêwîst e ENKS û TEVDEM û hemu partiyên din, nakokiyên xwe bidin aliyekî û bibin yek. Jiber ku niha dem dema yekîtiyê ye.

Piştî êrîşa Tirkiye, ligel grûbên çekdar ên bi ser xwe ve, di raya giştî ya Kurd de, daxwaza yekgirtin û nêzîkahiya aliyên siyasî yên Kurdî, bi awayek berfereh hatiye rojeva raya giştî ya Kurdistanî.

Ev bang a Fermandarê Giştî yê HSD, di demekê de tê, ku rêkeftin ên Tirkiye ligel Rûsya û Amerika pêkhatin e û biser vê yekê de jî, Serokomarê Tirkiye gefên êrîşek nû liser rojavayê Kurdistanê dixwe, ger prose ligor dilê wan nemeşe.

k24
Top