• Thursday, 12 February 2026
logo

Zêdetir ji 40 kesan hatin kuştin

Gulan Media October 26, 2019 Nûçe
Zêdetir ji 40 kesan hatin kuştin
hîn jî li hin bajaran xwepîşandan dom dikin
Li gor çavkaniyên ewlekarî û tendirostî yên Îraqê di çarçoveya xwepîşandanên duhê yên li Bexda û çend bajarên din yên Îraqê de herî kêm 40 kes hatine kuştin.

Jêderên ewlekarî behsa vê yekê dikin ku zêdetir ji 2 hezar kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îraqê dibêje me tenê gaza firmiskrêj li dijî xwe pîşanderan bikar aniye û ev çekdarên ku gole li ser welatiyan reşandine, çekdarên aliyên siyasî ne.

Hate zanîn ku çekdarên Esayên Ehlîheq yên ku ser bi Îranê ne, êrîşî ser xwepîşanderan kirine û hijmareke zêde xwepîşander kuştine.

Herwiha hate zanîn ku berpirsekî ev komên çekdar li gel birayê xwe li nexweşxaneyê dema birîndar bûne û xwestine tedavî werin kirine ji aliyê kesên nenas ve hatine kuştin.

Top