Bi pişikdarîya Nêçîrvan Barzanî 8emîn Maratona Navdewletiya Hewlêrê dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî sedema beşdariya xwe yda di maratonê da aşkere kir û got: “Dema min dirûşma maratonê dît ku behsa pakiya jîngehê dike, min gelek hez kir ku pişikdar bim, ji ber bi nêrîna me, li Herêma Kurdistanê pirsa paqijragirtina jîngehê tiştekî gelek giring e.”
Barzanî behsa giringiya paqijiya jîngehê jî kir û got:”Hêvî dikim ku maratona îro ya Hewlêrê bibe destpêkek bo hemû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ku gelek ciddîtir ji berê hizir ji pakiya jîngehê bikin, ku ji her takekê re bûye mijar. Hêvî dikim, ev destpêkek be di aliyê perwerdehiyê de bo Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê, ji bo paqijragirtina jîngehê li welat.”
Waar.tv
