Nivîskara navdara tirk: Tirk di zarokatiyê de tên fêrkirin ku ji kurdan nefret bikin!
Nivîskara navdara tirk Aslî Erdogan, ji rojnameya Beljîkî ya bi navê “Le Soir” re behsa nijadperestiya tirkan li hember kurdan kiriye û gotiye, li Tirkiyê nijadperestiyek gelekî zêde û metirsîdar heye. Tirk, ji zarokatiyê de fêrê wî yekê tên kirin ku divê ji kurdan nefret bikin…!
Aslî Erdogan, ku havîna 2016 bi behaneya wê yekê ku bi rojnameya Ozgur Gundem (nêzîkî PKKê ye) re kar dikir, 4.5 mehan hatibû girtin, her wiha gotiye, ji bilî HDPê tevahiya partiyên parlementoya Tirkiyê, terorîst in.
Bi gotina wê nivîskara tirk, li Tirkiyê nijadperestiyek metirsîdar heye ji ber wê jî sporvan, rewşenbîr û xelkê normal piştevaniya hikmetê dikin.
Aslî Erdogan sala 1967 li bajarê Stenbolê ji dayîk bûye. Beşa fîzîkî xwandiye lê dersa xwe di nivî de hîştiye û berê xwe daye edebiyat û romanê. Heta niha herî kêm 8 pirtûk nivîsiye.
Basnews
