• Thursday, 12 February 2026
logo

11 hezar welatiyên Rojavayî li kempa Berdereşê hatin bicîhkirin

Gulan Media October 26, 2019 Nûçe
11 hezar welatiyên Rojavayî li kempa Berdereşê hatin bicîhkirin
hîn jî tê payîn ku hijmareke zêdetir berê xwe bidin başûrê Kurdistanê
Koçber û aware bûna welatiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ya jiber operasiyon û êrîşên tirkiye û cîhadiyan de berdewame.

Heta niha hijmareke gelek zêde ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji warên xwe derketine û li gor raporta dawî ya NY 180 hezar kes ji warên xwe derketine.

Herwiha dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî diyar kir ku heta niha hijmareke gelek zêde ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane başûr û li başûr hatine bicîhkirin.

Li gor DXB tenê li kempa Berdereş ya li parêzgeha Dihukê 11 hezar kes hatine bicîhkirin û DXB û aliyên din bi taybetî welatiyên başûrê Kurdistanê bi hawara wan ve çûne û hevkariya wan kirine.

Top