Trump: Dema wê hatiye Kurd biçin deverên petrolê
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê Rojavayê Kurdistanê û rewşa Kurdan de twîttên nû belav kirin.
Donald Trump di twîtteke xwe de ragihand ku berî ku ew deverên petrolê li Sûriyê bi alîkariya Kurdan bên kontrolkirin, di destê DAIŞê de bûn û got, “Em qet rê nadin DAIŞ careke din vegere wan deveran.”
Donald Trump di twîtteke din de jî got ku ew ji axaftina li gel Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî gelek kêfxweş dibe û diyar kir ku Mazlûm Kobanî tiştên ku Amerîkayê kirine hêja dibîne û got, ““Ez jî tiştên ku Kurdan kirine hêja dibînim. Dibe ku dema wê hatibe Kurd biçin deverên petrolê.”
Rudaw
