• Thursday, 12 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî: Tirkiye û hevpeymanên wê pabendî agirbestê nabin

Gulan Media October 24, 2019 Nûçe
Mezlûm Ebdî: Tirkiye û hevpeymanên wê pabendî agirbestê nabin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, tevî Tirkiye agirbest ragihandiye, lê pabendî agirbestê nabe.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li Twittera xwe nivîsî, tevî Tirkiyê agirbest ragihandiye, lê Tirkiye û hevpeymanên ser bi wê ve bi berdewam agirbestê binpê dikin û êrîşî rojhilatê Serê Kaniyê dikin.

Mezlûm Ebdî daxwaz ji aliyên gerentîkar ên agirbestê kir, bi erkên xwe rabin û êrîşên artêşa Tirkiyê rawestînin.

Pêştir jî, Peyvdarê Fermî yê (HSD) Gabriyêl Kîno ragihand, mîlîşyayên ser bi Tirkiyê ve agirbest şikandin û êrîşî ser 3 gundên Serê Kaniyê kirin.

Gabriyêl Kîno amaje bi wê jî kir, HSD bi agirbestê pabend e, lê ji mafê wê ye berevaniya rewa li xwe bike, heger rastî êrîşan hat.

K24
Top