NATOyê piştgirî da projeya Almanyayê ya derbarê Rojava de
Jens Stoltenberg, berî civîna Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê li Bruksela paytexta Belçîkayê ji rojnamevanan re axivî.
Stoltenberg derbarê pêşniyaza Almanyayê ya avakirina navçeyeke aram li Rojavayê Kurdistanê li jêr çavdêriya Yekitiya Ewropayê de got ku ev pêşniyaz girîng in û got, “Bi van pêşniyazan dibe pêşkevtin bi pêş bikeve û çareseriyên polîtîk ên mayînde bên dîtin. Em nîgeranin ku ji ber zêdebûna aloziyn girtiyên DAIŞê birevin. Ji ber wê yekê kêmbûna aloziyan di van heyamên dawîn de, girîng e.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand ku ew dê di vê civînê de piştevaniya bo hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê gotûbêj bikin.
Rudaw
