Senatorên amerîkî hewl didin Mazlûm Kobanî serdana Amerîkayê bike
Senatorên Komarî Lindsey Graham û Marsha Blacburn û senatorên Demokrat Chris Van Hollen, Jeanne Shaheen û Richard Blumenthal, nameyek aresteyî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kirin.
Wan senatoran di wê nameya xwe de daxwaz ji Pompeo kirin ku karûbarên vîzeyê ji bo Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî bên hêsankirin û vîze bo wî bê dayîn.
Senatoran herwiha ragihandin ku, “Gotina nîgeraniyeke zêde derbarê rewşa bakurê Sûriyê de, sivik dimîne” û diyar kirin ku di şerê li dijî DAIŞê û herwiha li ser zemînê, guhdana bi fermandariya HSDê dê sûd bigihîne Kongreyê û rêveberiya Trump.
Herwiha senatoran aşkerekirin, “Ji ber vê yekê eger daxwazeke General Mazlûm Kobanî ku berpirs e ji operasyonên li dijî DAIŞê, hebe bo serdana Amerîkayê, em daxwaz dikin karûbarên vîzeyê bo wî bên hêsankirin û hemû muafiyetên derbarê vîzeyê de bo wî bên dayîn.”
Ew senator dibêjin, “Me bi alîkariya hevalbendê me HSD ku ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din pêk tê, xîlafeta DAIŞê li herêmê têk bir. Li gel ku vî şerî bandoreke xerap li ser her kesê kir, lêbelê HSDê ji hemûyan zêdetir windahî dan û 10 hezar şervanên xwe winda kirin.”
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî berî niha aşkere kiribû ku ew bo Washingtonê hatiye vexwendin lêbelê derbarê dem û bê ka ji aliyê kê ve hatiye vexwendin zanyariyek belav nekiribû. Wezareta Derve ya Amerîkayê jî derbarê vê yekê de daxuyaniyek nedabû.
Ev daxwaza senatorên amerîkî di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump duh gotibû ku li Rojavayê Kurdistanê agirbest mayînde bûye û herwiha aşkere kiribû ku ew sizayên ji ber wê êrişê bi ser Tirkiyê de hatibûn sepandin, hatine rakirin.
Senatorên ku ew name aresteyî Pompeo kirine, ji wan kesan in ku zêdetirîn bertek nîşanî biryara Trump a vekişîndina leşkerên amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê dabûn û ev biryar weke terkkirina HSDê ku hevalbenda Amerîkayê bû di şerê li dijî DAIŞê de, pênase kiribûn.
Serokê Amerîkayê duh aşkere jî kiribû ku peywendiyeke telefonî li gel General Mazlûm Kobanî encam daye û ji bo Mazlûm Kobanî gotibû, “Mirovek bêhempa ye” û diyar kiribû ku ew dixwaze li gel wî bicive.”
Berpirsên HSDê jî diyar kiribûn di wê peywendiya telefonî de Mazlûm Kobanî jî ji bo ‘hewldanên wî yên sekinandina êrişa Tirkiyê û şer’ spasiyên xwe pêşkêşî Donald Trump kirine.
Rudaw
