Îran helwêsta xwe derbarê rêkkevtina Tirkiye û Rusyayê ragehand
Evro, Çarşembîyê wezareta derveya Îranê beyannameyek belav kirîye.
Di wê beynnameyê de hatîye, hêvîdarîn rêkkevtina Rusya û Tirkiyê bibe sedema nehêlana metirsyên ewlehîyên Tirkiyê ji alîyekê û ji alîyek dî ve jî, paraztina yek parçeyî ya axa Suriyê û bihêzkirina serwerîya nîştîmanîya wê.
Heerweha hatîye, Tehran pêşwazîyê li her pêngavekê dike ku bibe serdema paraztina yek parçeyî ya axa Suriyê û bihêzkirina serwerîya nîştîmanîya wê û vegerandina akincîyê bo bakûra Suriyê. Me tim tekz li ser rêya danûstandinê kirîye bo çareserkirina arîşeyên di navbera Dîmeşq û Enqere de bi şêwazeke aştîyane.
Di pişkeke dî ya beyannameyê de, Tehran ( hana Dîmeşqê û Enqereyê dide ku li ser mêz a danûstandinan birûnin û arîşeyên xwe çareser bikin, bi awayekê ku rêkkevtina Edene bibe bingeh bo nehêlana metirsîyên Tirkiyê û Suriyê.
Wezareta derve ya Îranê, tekez kirîye, hebûna hêzên bîyanî li bakûra Suriyê nabe sedema hebûna asayîşê. Amaje jî kirîye, vekişana wan hêzan ji bakûra Suriyê dibe sedema vegerandina akincî û asayîşê bo deverê.
K24
