• Thursday, 12 February 2026
logo

Başûr – Nêzîkî du hefteyan e kadroyekî PDKê ji aliyê PKKê ve hatiye revandin

Gulan Media October 23, 2019 Nûçe
Başûr – Nêzîkî du hefteyan e kadroyekî PDKê ji aliyê PKKê ve hatiye revandin
Kadroyekî PDKê li devera Balekayetî ya Hewlêrê ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin. Birayê wî kadroyê PDKê jî dibêje, em nizanin çi anîne serê wî.

Çend roj berê çekdarên PKKê li devera Balekayetî ya Hewlêrê kadroyekî PDKê bi navê Ebdullah Mistefa Wesanî revandibûn. Heta niha nayê zanîn çima ew revandine.

Li ser wê mijarê, birayê Ebdullah Wesanî, Dilşad Wesanî ji BasNewsê re got, roja 10 vê mehê komek çekdarên PKKê li gundê Wesan li devera Balekayetî dikevin mala birayê min û li ber çavên jin û zarokên wî, wî dibin.

Dilşad Wesanî her wiha got, birayê min nexweş e û lazim e 24 derman li ba wî hebin. Heta niha çend mezinên deverê daxwaz ji PKKê kirine wî berdin lê hewlên wan bê fayde bûne.

Birayê wî kadroyê PDKê anî ziman ku ew nizanin çima PKKê birayî wî revandiye û got, em nizanin çi anîne serê wî, di çi rewşê de ye. Zarokên birayê min ji çekdarên PKKê re gotibûn bila dermanên xwe jî gel xwe bibe, nehîştibûn. Bi rastî em gelekî nîgeran in.

Basnews
Top