• Thursday, 12 February 2026
logo

Penaberekî Rojava li ber ofîsa UNHCR li Swîsra agir berda xwe!

Gulan Media October 23, 2019 Nûçe
Penaberekî Rojava li ber ofîsa UNHCR li Swîsra agir berda xwe!
Penaberekî kurd yê Rojavayê Kurdistanê li ber ofîsa NY li bajarê Cinêv yê Swîsra xwe şewitand.

Îro li bajarê Cinêv yê Swîsra, penaberekî kurd yê Rojavayê Kurdistanê li ber ofîsa ajansa penaberan ya NY (UNHCR) xwe şewitand.

Li gorî agahiyên polîs, ew penaberê kurd 31 salî û akinciyê Almanya ye. Piştî agir berdaye xwe bi lez ji aliyê polîs ve hatiye vemirandin û bi helîkopterê bo nexweşxanê hatiye veguhestin.

Heta niha nehîştine ew xortê kurd ti daxuyaniyekî bide raya giştî. Lê tê gotin ku îhtimala wê heye li dijî êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê agir berdabe xwe.


Basnews
Top