Wezîrê bervanîya Emerîkayê behsa raporteke tirisdara tawanên Tirkiyê dike li Rojava ya Kurdistanê
Êsper di dîdarekê de li gel kenala CNN a Emerîkayî, ku roja Sêşembîya burî hat belavkirin, gotîye: Em li gel hevpeyamnên xwe di nav NATOyê de şerî nakîn, di stûya Emerîkayê jî de nîne Kurd biparêze ji hevpeymaneka kevnara Waşintunê di NATOyê de.
Sera evê yekê jî, wezîrê berevanîy Emerîkayê dibêje: Bi nerîna Waşintunê Tirkiye berpirs ji encamdana tawanên cengî dijî Kurda, heke raportên hatîne amadekiein rastî û duristîya ewan tawanan biselmînin. Me ew raport dîtîne û çavdêrîya wan dikîn, raportên tirisdar û bi sehim in. heke rastî û duristîya wan raporatan hatin selmandin, ew yek dikeve çarçoveya tawanên ceng û min bi xwe jî guman nîne ji rastî û duristîya wan raportan.
Her di evê çarçoveyê de, di evê heftîyê de, Mayik Pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê helwêsteke tund beranber Enqereyê ragehand û got: Serok Tiramp naxwaz pirisgirêk bi rêyên serbazî buihên çareserkirin, lê amadeye hêzên serbazî dijî Tirkiyê bikar bihîne bi sedema lîvîn û bizavên wê li Suriyê.
Basnews
