Tirkiyê bi fermî êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê da sekinandin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li gorî şert û mercên nû li Sûriyê êdî pêwsît nake operasyonek din bikin.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, Amerîka ji wan re gotiye ku YPG bi xilasbûna agirbesta 120 saetî re, bi temamî ji wan deverên ku jê re dibêjin “herêma aram” vekişiyaye, loma pêwîst nake dîsa li dijî Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonê bikin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê behsa rêkeftina şeva borî ya ku navbera Tirkiye û Rûsyayê de hat îmzekirin, jî kiriye û ragihandiye, li gorî wê rêkeftinê jî divê YPG 30 km ji sînorên Tirkiyê dûr bikeve.
Basnews
